Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê bi polîtburoya PDKê re civiya

29 July 2019 16:49 0 dîtin
Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê bi polîtburoya PDKê re civiya

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hemîn Hewramî da xuyakirin ku wan îro Duşemê civînek ligel şandeke polîtburoya PDKê pêk aniye.

Hêmin Hewramî li ser medya civakî ragihand, wan îro pêşwazî li şandeyekî polîtburoya PDKê ya di serokatiya sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî de pêkhatibû pêk aniye.

Şandeya polîtburoya PDKê li gel seroka Parlamentoyê Rêwaz Fayeq û desteya serokatiya Parlamentoyê  civiya ye, lê derbarê naveroka hevdîtinê de ti daxuyanî nehat dayîn.