Serokê Baroya Amedê ji beraetkirina bersûcên JÎTEMê re bertek nîsan da

13 December 2019 20:56 0 dîtin
Serokê Baroya Amedê ji beraetkirina bersûcên JÎTEMê re bertek nîsan da

PeyamaKurd - Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin bertek nîşanî beraetkirina bersûcên Doza JÎTEMê ya Enqereyê da ku di salên 90î de ji doza revandin û kuştina 19 kesan dihatin darizandin.

Baroya Amedê bi boneya kujerên Tahîr Elçî werin dîtin di hefteya 206an de li ber Dadgeha Amedê civîyan û pankarta “Em te ji bîr nakin” girtin.

Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin bibîr xist ku di ser kuştina Elçî de 4 sal derbas bûne lê heta niha kujer nehatine dîtin û edalet pêk nehatiye û ew ê têkoşîna xwe ya ji bo edaletê dewam bikin.

Aydin li ser biryara dadgeha Enqerê ya beraetkirinê got ku li gorî hiqûqa navnetewî di sûcên li dijî mirovatiyê de demborîn nîne. 

Di danişîna îro ya li Enqerê de dadgehê li ser daxwaz dozger, bi hinceta demborînê biryara beraetkirina hemû bersûcên doza JÎTEMê dabû.

Dadgeha Enqerê beraet da hemû bersûcên doza JÎTEMê