Serokê berê yê CHPê Denîz Baykal koça dawî kir

11 February 2023 13:37 0 dîtin
Serokê berê yê CHPê Denîz Baykal koça dawî kir

PeyamaKurd – Serokê berê yê Partiya Gel a Komarê (CHP)ê û parlamenterê Antalyayê Denîz Baykal di 84 saliya xwe de koça dawî kir.

Keça Denîz Baykal, Asli Baykal diyar kir, îro 11.02.2023yê canê xwe ji dest daye û wê meytê wî roja Sêşemê veşêrin.

Herwiha Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî li ser Twitterê eşkere kir: “Bi xemgînî me nûçeya koça dawî ya serokê me yê giştî, dildarê Tirkiyê û CHPê, parlamenterê me yê Antalyayê, mezinê me yê rêzdar birêz Denîz Baykal bîhîst. Ji bo me mîrateyekî bi tekoşînê ve dagirtî bicîh hişt. Serê miletê me sax be.”