Serokê berê yê CHP ê Deniz Baykal birin nexwesxanê

24 January 2020 00:11 0 dîtin
Serokê berê yê CHP ê Deniz Baykal birin nexwesxanê

PeyamaKurd- Serokê partiya CHP ê ya Tirkiyê yê berê Deniz Baykal bi sedema “grîba berazan” birin nexweşxanê. Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca li nexweşxanê seredana Deniz Baykal ê 81 salî kir û serokkomarê Tirkiyê Erdoğan jî bi rêya telefonê pirsa Deniz Baykal kir.

Li gor ragihandina doktoran, vîrusa influenzayê ketiye bedena Deniz Baykal ku ev nexweşîn di nava xelkê de bi “grîba berazan” tê naskirin. Gilî û gazinên Baykal, agirê bilind û bêhaliye. Testên wî hatine kirin û niha di bin tedawiya serûmê de ye.