Serokê berê yê Brezîlyayê Bolsonaro li Amerîkayê birin nexwesxanê

10 January 2023 02:24 0 dîtin
Serokê berê yê Brezîlyayê Bolsonaro li Amerîkayê birin nexwesxanê

PeyamaKurd –Serokê berê yê Brezîlyayê Jair Bolsonaro b sedema êşa mîdê li Amerîkayê birin nexweşxanê. Bolsonaro di sala borî de, di 30 yê cotmehê de hilbijartinê wenda kiribû û di dawiya sala borî de wî birin nexweşxanê.

Nexweşxana ku Bolsonaro birinê ya li eyaleta Floridayê li bajarê Orlandoyê ya bi navê nexweşxana AdventHealth Celebration e. Di derbarê rewşa wî ya tenduristiyê de heya niha ti agahî nedan.

Bolsonaro, di êlûna sala 2018an de, li Brezîlyayê li eyaleta Minas Geraisê di dema mîtîngekî de bi kêrê êrîş kiribûnê û birîndar bûbû.