Serokê berê yê Kongreya Amerîkayê: Rejîmên ku li ser welatiyên xwe...
PeyamaKurd – Serokê berê yê Kongreya Amerîkayê Newt Gingrich diyar kir, divê rejîmên ku li welatiyên xwe zilmê dikin, neyê destek kirin.
Gingrich di Civîna Bilind a Azadiya Olî ya li Washingtonê de axivî û got, "Girîng e ku Kongre di dabînkirina azadiya olî de roleke aktîf bilîze û piştgiriyê nede rejîmên ku zilmê li welatiyan dikin."
Gingrich da zanîn: "Ez difikirim ku girîng e Kongre rolek aktîf bilîze di dabînkirina azadiya olî û piştgirîkirina kesên ku ji bo azadiya olî dixebitin."
Herwiha Gingrich eşkere kir: "Girîng e ku Kongre tekez bike, azadiya olî di bingeha hemî bernameyên din ên di bin pêşkeftinê de ye. Nabe ku em piştgiriyê bidin rejîmên zilmê li welatiyan dikin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin