Serokê Amerîkayê bang li rêberên cîhanê kir

02 November 2021 12:01 0 dîtin
Serokê Amerîkayê bang li rêberên cîhanê kir

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden, bang li rêberên cîhanê kir, da ku di derbarê germbûna gerdûnî (Global Warming) û parastina jîngehê de, gavên berbiçav biavêjin.

Biden do Duşemê di Hilcivîna COP26 de, ji rêberên cîhanê re got, êdî dem nemaye ku mirov xwe paşve bikşîne û din ava xwe de nîqaşan bike.

Herwiha Biden eşkere kir: “Divê Glasgow qala destpêka xwe ya vîneke nû ya parastina jîngehê be. Di nava vê kêşeya îklimê û germtirbûna seqayê de derfetên mezin jî çêdibin ku em pirsgirêkên heyî çareser bikin ku ji ber serûbinbûna hewayê, guherêna klîmayê, jêderên kêmbûyî çêdibin.”

Joe Biden bi berdewamî diyar kir, ev krîza gerdûnî herwiha derfetên berhemkariyê diafrîne ku dikare xizmeta berjewandiya nifşên siberojê bike û ekonomîyên seranser cîhan mezin bike.