Serokê berê yê Amerîkayê mir
PeyamaKurd - Serokê berê yê Amerîkayê George H. W. Bush ku 41emîn Serokê Amerîkayê bû, di 94 saliya xwe de koça dawî kir.
Kurê ‘Bav Bush’ George W. Bush ku ew bixwe jî 43yemîn serokê Amerîkayê bû, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku bavê wî George H. W. Bush di 94 saliya xwe de, li bajarê Houston ê eyaleta Teksasê koça dawî kiriye.
Bav Bush di navbera salên 1989 - 1993an de Serokê Amerîkayê bû. Kurê wî W. Bush jî di navbera salên 2001 – 2009an de Serokê Amerîkayê bû.
Kurê George H. W. Bush got, “Jeb, Neil, Marvin, Daro û ez bi ragihandina mirina bavê xwe Bush ê 94 salî xemgîn in. George H. W. Bush xwedî kesayetek bilind bû û bavê herî qenc yê ewladek bixwe bû.”
Bush serokê dawî yê di qonaxa şerê sar de bû û sala 1991ê bi hevpeymaniyeke navdewletî ya 32 welatan şerê kendavê yê yekem dabû destpêkirin û artêşa Iraqê ji Kuweytê derxistibû.
Hevjîna Bush Barbara Bush jî beriya niha 17ê Nîsana 2018an di 93 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin