Serokê Enîya Tirkmen bi Hakan Fîdan re civîya

03 January 2024 16:20 0 dîtin
Serokê Enîya Tirkmen bi Hakan Fîdan re civîya

Peyama Kurd – Serokê Enîya Tirkmen a ku Tirkîye piştgirîya wê dike bi Wezîrê Derve yê Tirk re civîya.

Wezareta Derve ya Tirkîyeyê ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Serokê Eniya Tirkmen a Iraqê Hesen Turan li Enqereyê civînek pêk anîne.

Wezaretê di daxuyanîya xwe ya bi wêneyê civîna Hakan Fîdan û Hesen Turan belav kiriye de gotiye:

“Wezîrê me Hakan Fîdan li Enqereyê Serokê Eniya Tirkmenî ya Îraqê Hesen Turan pêşwazî kir.”

Tê gotin ku di civînê de çend mijarên taybet ên girêdayî Iraq û Herêma Kurdistanê hatiye nîqaşkirin.

Bi taybetî jî gotûbêj li ser Hilbijartinên Encûmena Parêzgehan ên Iraqê yên ku 18ê Kanûna sala çûyî pêk hatin, hatiye kirin. 

Eniya Tirkmen di wan hilbijartinan de ji 16 kursiyên Kerkûkê 2 kursî bi dest xistibûn. 

Eniya Tirkmen di 5ê Nîsana 1995an de, bi piştgirîya Tirkîyeyê, ji aliyê çend partiyên Tirkmen ve hat avakirin.