Serokê Hemasê: Pêsniyara agirbestê li me hate kirin

30 January 2024 21:14 0 dîtin
Serokê Hemasê: Pêsniyara agirbestê li me hate kirin

PeyamaKurd – Serokê Tevgera Hemasê Îsmaîl Haniye ragihand ku piştî hevdîtinên li Parîsê, pêşniyara agirbestê li wan hatiye kirin.

Haniye di demeke ku artêşa Îsraîlê şerekî berfireh li Xezzeyê dijî Hemasê dimeşîne diyar kir ku ew dê pêşniyara agirbestê binirxînin.

Herwiha Haniye, wekî mercê agirbestê û berdana dîlên îsraîlî jî bidawîkirina operasyona Îsraîlê ya li ser Xezzeyê û vekişîna wê nîşan da.

Îsmaîl Haniye ragihand ku ew dê ji bo gotûbêjkirina ser pêşniyara agirbestê derbasê paytexta Misirê Qahîreyê bibe.