Serokê herêma Kurdistanê bo serkeftina raperînê peyam da

05 March 2020 00:56 0 dîtin
Serokê herêma Kurdistanê bo serkeftina raperînê peyam da

PeyamaKurd- Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema 29 emîn salvegera raperîna Kurdistanê peyamekî belav kir û di peyamê de got:

“Raperîn di dîroka me de yek ji serkeftinên mezine û nîşana baweriya xelkê Kurdistanê ya jiyana serbilindiyê ye û redda zulm û zordariya dijmin ya li ser Kurdistanê ye. Ez bi sedema salvegera 29 emîn raperîna sala 1991 ê, malbatên pêşmergeyan yên şehîd û qehreman, xelkê Kurdistanê yê li derve û hundirê welat, ji dil û can pîroz dikim.”

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dewama peyama xwe de got ku raperîn; berhema pêşmerge û kurên xelkê ye ku têkoşiya û ya temamê heyiyên Kurdistanê yên siyasî û pêkhateyan e. Barzanî got ku wezîfeyeka wefayê ye bo şehîdên me ku temamê destkeftiyên xwe biparêzin, wezîfeyeka her ferdekî Kurdistanê ye ku bo rihê qurbaniyên azadiyê li destkeftiyan xwedî derên. Barzanî weha dewam kir:

“Rihê we yê têkoşer ku we di raperînê de, bi wêrekî nîşan da, dirişma we ya bexşane û çanda we ya pêkvejiyanê, xwe der da û raperîn bû kaniya îlhamê bo temamê şoreşên ku çêbûne û adeta bûye nexşerêya xelkê Kurdistanê. Têkoşîna we, baweriya we, fikra we her dem bilind bûye û bo nifşên nû bûye ciyê serbilindiyê. Bi rêya raperînê, we daxwazên xwe anî ziman, jiyaneka bi serbilindî û daxwaza jiyaneka baştir kir û we nîşan da ku armancên netewî bi zilm û zorê nayên têkibirin. Raperîn belgenameye bo hemû terefên Kurdistanê, nîşana yekîtiyê ye, belge ya aştiya navxweyi ye û her dem me biserkeftinê ve biriye.”