Serokê Herêma Kurdistanê serkeftina Borîs Johnson pîroz kir...
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber serketina hilbijartina parlamentoya Brîtanyayê pîrozbahî li Serokê Partiya Mihafezekar Boris Johnson kir.
Nêçîrvan Barzanî, piştî eşkerebûna encamên hilbijartinên parlamena Brîtanyayê ku partiya Boris Johnson bi ser ket, îro peyameke pîrozbahiyê ji Boris Johnson re şand û serkeftina partiya wî di hilbijartinên parlamentoya Brîtanyayê de pîroz kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de serkeftina partiya Johson di hilbijartinên Brîtanyayê de weke serkeftineke mezin bi nav kir û got, “Ev serkeftina mezin û bidestxistina baweriya gelê Brîtanyayê, nîşana bawerî û piştgiriya gelê we bi serkirdayetî û nerîna we û partiya we bo niha û paşeroja Brîtanyayê ye.”
Nêçîrvan Barzanî diyar kir, “Em li Herêma Kurdistanê bi rêz û pêzanînê li alîkarî û piştgiriyên Brîtanyayê yên bo gelê Kurdistanê dinêrin û ji dil dixwazin ku em pêwnediyên xwe bi pêş bixin.”
Di beşeke din a peyamê de jî Serokê Herêma Kurdistanê da xuyakirin, “Dubare hêviya serkeftinê ji we û partiya we re dixwazim. Hêviya serkeftinê ji we û hikûmeta we ya dahatî re û aramî û pêşketina berdewam ji gelê Brîtanyayê re dixwazim.”
Partiya Mihafezekaran a bi serokatiya Boris Johnson di hilbijartinên doh ên parlamena Brîtanyayê de, ji 650 kursiyên parlamentoyê 368 kursî bi dest xistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin