Serokê Îsraîlê: Welatê me di qonaxeke dijwar re derbas dibe

07 October 2023 13:35 0 dîtin
Serokê Îsraîlê: Welatê me di qonaxeke dijwar re derbas dibe

PeyamaKurd – Serokê Îsraîlê Îshaq Herzog diyar kir, welatê wî di qonaxeke dijwar re derbas dibe û bang li Îsraîliyan kir ku guh bidin talîmata hêzên artêşê.

Îshaq Herzog piştî êrîşên li dijî Îsraîlê yên ji Şerîda Gazzeyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X daxuyanî da.

"Îsraîl di demeke dijwar re derbas dibe."

Serokê Îsraîlê bang li Îsraîliyan kir, guh bidin talîmatên hêzên artêşê û bawerî û aramiyê nîşan bidin.

Di daxuyaniya ku li ser hesabê Xê yê medyaya civakî ya Wezareta Karên Derva ya Îsraîlê hat dayîn de hat diyarkirin, "Di bin êrîşa operasyona ketina Hamasê de ne û ji bo xwe biparêzin ew ê her tiştî bikin."

Serokwezîrê Îsraîlê jî ragihand, kabîneya ewlehiyê wê li gorî saeta herêmî saet 13:00’an li Tel Avîvê bicive.

Li gorî ajansa fermî ya Filistînê WAFA, Îsraîlê hemû xalên derbasbûnê yên di bin kontrola leşkerî de ji Şerîeya Rojava ber bi Qudsa Rojhilat ve girt.

Hat diyarkirin ku hemû ketin û derketina Qudsê hatine girtin, welatî li bendên derbasbûnê mane û li ser rêyên têketina Qudsê qerebalixî heye.

Piştî êrîşên roketan ji deverên cuda yên Îsraîlê dengê sîren hatin bihîstin, polîsan bang li gel kir ku li nêzî stargehan bimînin.

Tûgayên Îzedîn El-Qassam, baskê çekdar ê Hamasê îro danê sibê ragihand, wan operasyona "Tofana Eqsayê" li dijî Îsraîlê daye destpêkirin û di qonaxa yekem de 5 hezar rokêt û hawan avêtine.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand, li dijî Xazzê ya dorpêçkirî ku ji saetên sibehê ve roket lê hatine avêtin, êrîşek pêk anîne.

Medya Îsraîlî ragihand, di encama êrîşên roketan ên ji Xezayê de 5 kes mirin û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn.