Serokê Mesûd Barzanî bi Balyozê Gistî yê Urdinê re civiya
PeyamaKurd – Serokê Mesûd Barzanî îro 27ê Mijdara 2021ê, bi Balyozê Giştî yê Urdinê li Hewlêrê Fuad El-Mecalî û şanda pê re civiya.
Di civînê de, Balyozê Urdinê pêzanîna wî ji bo rola Serok Barzanî di têkoşîna gelê Kurdistanê de ji bo gihîştina bi azadiyê û aramî û vejandina Herêma Kurdistanê de hebû.
Herwiha Balyozê Urdinê qurbaniyên Pêşmerge di şerê li dijî teroristên DAIŞê bilind nirxand û spasiya Herêma Kurdistanê ku bi sîngfirehî mêvandariya bi sedan hezar koçber kiriye kir.
Herwiha di wê civînê de, amaje bi dostanî û pêwendiya dîrokî ya gelê Kurdistanê û Urdinê û dostaniya dêrîn a serkirdatiya her du aliyan hate kirin û tekezî li pêşxistina pêwendiyan di hemû warên cuda de hate kirin.
Rewşa siyasî ya Iraqê û astengî û zehmetiyên li pêş proseya siyasî ya Iraqê, mijareke din a guftûgoyên civînê bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin