Serokê nû yê CHPê: Îdiaya hevdîtinên navbera HEDEP û AK Partiyê pir xeter e!

19 November 2023 14:23 0 dîtin
Serokê nû yê CHPê: Îdiaya hevdîtinên navbera HEDEP û AK Partiyê pir xeter e!

PeyamaKurd – Serokê nû yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) ya Tirkiyeyê Ozgur Ozel, ji medya herêmî ya Tirkiyê re li ser hilbijartinên xwecihî yên Adara 2024an û armancên partiya xwe axivî.

Ozgur Ozel got ku armanca wan ew e opozîsyona Tirkiyeyê bigihînin hev û di hilbijartinên şaredariyan de li hember AK Partiyê bi ser bikevin. Ozel diyar kir ku ew dê dengên CHPê yên seranserê Tirkiyeyê jî derxin ser ji sedî 35an.

Ozgur Ozel got ku ew ji bingehê vê dijî kiryara qeyûman e û li ser egera hevdîtinên navbera HEDEP û AK Partiyê ji bo hilbijartinan jî got, ew wan îdiayên hebûna hevdîtinên navbera HEDEP û AK Partiyê pir xeter dibîne.