Serokê CHPê li ser hevdîtinên bi HDPê re çi got?

12 November 2018 16:53 0 dîtin
Serokê CHPê li ser hevdîtinên bi HDPê re çi got?

Peyamakurd - Serokê Giştî yê Partiya Komariya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu li ser gotegotên hevdîtinên bo hilbijartinên herêmî yên bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re axivî û got, “Parlamentarên me li parlamentoyê hevdu dibînin û diaxivin, lê em bi awayê siyasî hevdîtinê nakin.”

Kiliçdaroglu di hevpeyvîneke ligel rojnameya Hurriyetê de, li ser rexne û tawanbariyên partiya deshilatdar AKP ku CHPê bi hevkariya HDP û PKKê tohmetbar dikin got, “Yekem siyasetmedarê ku rastî êrîşa PKKê hatiye ez im. PKKê hewla kuştina min kiriye û polîsek jî miriye. Çawa ez û terorê mil bidin hev.”

'EM BI HDPÊ RE HEVDÎTINÊN SIYASÎ NAKIN'

Serokê CHPê li ser gotegotên hevdîtinên li ser hilbijartinên herêmî bi HDPê re jî wiha axivî: “Nexêr parlamenter li parlamentoyê hevdu dibînin û diaxivin, lê em bi awayê siyasê hevdîtinan nakin.”