Serokê WHOyê hisyarî da: Pandemî bidawî nebûye, varyantên nû jî tên,..
PeyamaKurd - Serokê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Ghebreyesus hişyariya belavbûna zêde ya cûreya Omicron a vîrusa koronayê da û got, pandemî hîn neqediyaye û dibe varyantên nû jî derkevin.
Ghebreyesus got, hin rêberên cîhanê ji ber sivîkîya cureya vîrusa korona ya bi navê Omicronê wek ku dawî li pandemîyê hatiye tevdigerin, lê gefên vîrusê çêkirine didomin.
Serokê WHOyê diyar kir: “Bi giştî bi cureya Omicronê semptomên sivik çêdibin, lê nebêjin ku ew nexweşîyeke sivik e. Bi Omicronê meriv dikare di nexweşxaneyê bikeve û ew rê li ber mirinan vedike.”
Herwiha Ghebreyesus da zanîn ku li seranserê cîhanê ji ber Omicronê pêketin zêde bûne û bibîr xist ku hefteya borî li cîhanê 18 mîlyon pêketin hatine tomar kirin.
Serokê WHOyê got ku li hin welatan hîn jî rêjeya bikaranîna derziya vîrusa korona hindik e û ew rewş fikaran çêdike.
Ghebreyesus herwiha destnîşan kir ku ji bo kesên derzî li xwe nedabin xetera nexweşîyê û mirinê zêdetir e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin