Serokên 6 partiyên opozîsyona Tirkiyê bêyî HDPê civiyan: 'Ma gaveke girîng avêt'

13 February 2022 10:56 0 dîtin
Serokên 6 partiyên opozîsyona Tirkiyê bêyî HDPê civiyan: 'Ma gaveke girîng avêt'

PeyamaKurd – Serokên 6 partîyên opozîsyona Tirkiyê li ser vexwendina Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li Enqerê civiyan. Di civîna ku HDP nehatibû vexwendin de, her şeş partî cara yekem bi hev re wêne dan.

Doh 12ê Sibatê li ser vexwendina Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, Seroka IYI Partiyê Meral Akşener, Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu, Serokê Partiya Demokrat Gultekin Uysal, Serokê Partiya DEVA Ali Babacan û Serokê Partiya Paşerojê (Gelecek) Ahmet Davutoglu civiyan.

Piştî civîna ku zêdetirî 5 saetan dewam kir de, bi daxuyaniyeke hevbeş hat ragihandin, “Ji bo avakirina Tirkiyeya dahatuyê me gaveke girîng avêt. Ji niha û pê de em bi biryarin ku qadên hevkariyê berfirehtir bikin. Em hemû bi hev re soza pêkanîna sîstema parlamenter a bihêzkirî didin û bi baweriya pêkanîna aştî, edalet û aramiya dahatuya nifşên bê pêşkeşî raya giştî dikin.”

Hêjayî gotinê ye, HDP ji bo wê civînê nehatibû vexwendin û Hevserokê HDPê Mithat Sancar jî di beyaneke televizyonê de got, tiştekî baş e lê divê ew partiyên ku ligel HDPê gotûbêjê nakin ji bo siberoja Tirkiyê çi planê dikin wê jî eşkere bikin.

Piştî civînê Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan daxuyaniya hevbeş a her 6 partiyan li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kir û got, wan ji bo 'Tirkiyeya Dahatûyê' gaveke girîng avêtiye.