6 partiyên opozîsyona Tirkiyê pêsniyarên guhertina Destûra Bingehîn eskere dikin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê 6 partiyên Opozisyona Tirkiyê ku wekî maseya 6 qolî têne zanîn, sibe 28ê Mijdara 2022an piştî civîna xwe, metna pêşniyarên Guhertina Destûra Bingehîn a Tirkiyê ragihînin.
Hat ragihandin ku civîna nasandina pêşniyara Guhertina Destûra Bingehîn a Sîstema Parlamenteriya Bihêz bi beşdariya Serokê CHPê Kemal Kılıçdaroglu, Seroka IYI Partiyê Meral Akşener, Serokê Partiya Seadetê Temel Karamollaoglu, Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu, Serokê Partiya DEVA Ali Babacan û Serokê Partiya Demokrat Gultekin Uysal 28ê Mijdarê li paytexta Tirkiyeyê Enqerê tê lidarxistin.
Piştî civîna partiyên maseya 6 qolî, wê metna Sîstema Parlamenteriya Bihêz a hevbeş bê eşkerekirin ku tê de pêşniyarên guhertina Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê têne kirin.w
Hêjayî gotinê ye, her şeş partiyên opozîsyona Tirkiyeyê di nav Tifaqa Milet de cî digirin û dibêjin, heger ew di hilbijartinên 2023yan de bi ser bikevin ew dê sîstema niha ya hikûmeta seroktiyê biguherînin û ji nû ve derbasî sîstema hikûmeta parlamentoyê bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin