Serokkomarê Îranê li gel Serokê Herêmê bi Kurdî peyivî
PeyamaKurd - Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pirsên rojnamegeran bi Kurdî û Farisî bersivandin.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan doh çûbû Bexdaya paytexta Îraqê û bi Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiyabû.
Mesûd Pezeşkiyan vê sibehê li Frokexaneya Navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
Pezeşkiyan destpêkê li Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê bi Nêçîrvan Barzanî û Kabîneyê re civiya.
Serokkomarê Îranê paşê bi Serok Mesûd Barzanî re jî civînek kir.
Bi Kurdî û Farisî axivîn
Nêçîrvan Barzanî û Mesûd Pezeşkiyan piştî van civînan pirsên rojnamegeran bersivandin.
Destpêkê her du bi Farisî peyivîn lê paşê li ser daxwaza rojnamegeran her du serkirde bi Kurdî peyivîn.
Pezeşkiyan di axaftina xwe de balê kêşa ser hebûna pêwendiyên baş ên navbera Tehran û Hewlêrê û got:
“Bi vê herêmê re pêwendiyên me yên baş hene û em dikarin sûdê ji vê rewşê bibînin. Ez hêvî dikim em dê pêwendiyên heyî xurttir bikin û pirsgirêkan nehêlin. Ferqa Kurd, Ereb, Ecem û Tirkan nîne, mirov bi şiyanên xwe tên nirxandin.”
“Serdaneke dîrokî bû”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di axaftina xwe de gringiya serdana Pezeşkiyan destnîşan kir û got: “Sefera Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan, sefereke dîrokî bû.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin