Serokkomarê Îranê û serokê Qatarê li Tehranê civiyan
PeyamaKurd – Serokê Qatarê Şêx Temîm bin Hamed Al Sanî seredana Tehranê kir û bi serokê Îranê Îbrahîm Reîsî re civiya. Di civînê de li ser têkiliyên aborî, siyasî, krîza Yemenê, Iraq, Sûriyê, Afxanistan û Îsraîl-Fîlîstînê axifîn. Ragihandin ji aliyê ajansa fermî ya Îranê ji aliyê IRNA de hat kirin.
Pitî civînê her dû lîder derketin ber çapemeniyê û ragihandin ku Doha û Tehran li ser têkiliyên navbera xwe yên siyasî, bazirganî, aborî, çand, tûrîzm û enerjiyê axifîne. Reîsî weha got:
“Em li ser pirsgirêkên herêmê bi taybetî li ser mijara Yemen û Afxanistanê axifîn. Divê dorpêç di zûtirîn wext de rabin û xelkê Yemenê çarenûsa xwe tayîn bike. Divê Afxanistan jî hukumetekî ava bike ku ew hukumet karibe temamê grûbên siyasî û etnîkî hembêz bike.”
El- Sanî jî ragihand ku her dû welat xwediyê têkiliyên başin û dixwazin ku wan têkiliyan bêhtir xwurt bikin. Divê pirsgirêkên herêmê di rêya diyalogê de bên çareserkirin û di derveyê wê de ti rê tineye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin