Îranê serokê parlamentoya Iraqê vexwande Tehranê
PeyamaKurd - Îranê bi fermî serokê nû yê parlamentoya Iraqê, Mihemed Helbûsî jibo serdanekê vexwande Tehranê.
Ofîsa Serokê Parlamentoya Iraqê di daxuyaniyeke nivîskî de da xuyakirin, ku serokê parlamentoyê Mihemed Helbûsî pêşwazî li Balyozê Îranê yê li Iraqê Îrec Mescidî kiriye.
Mihemed Helbûsî û Îrec Mescidî di vê hevdîtinê de derbarê pêwendiyên du alî yên navbera herdu welatan, geşedanên herî dawîn ên siyasî û ewlehiyê li Iraqê û navçeyê û herwiha dosyeya avê de gotûbêj kirin.
Di daxuyaniyê de tê gotin, Serokê Parlamentoya Iraqê di hevdîtinê de tekezî kiriye, ku Iraq dixwaze zêdetir li gel welatên derdorê û di tevahiya astan de hevkariyê bike û ragihandiye, ku Iraq amade ye hevkariya navbera Bexda û Tehranê were bihêztirkirin.
Mihemed Helbûsî herwiha daxwaza çareseriyeke bingehîn jibo dosyeya avê ya di navbera herdu welatan de jî kiriye.
Her li gorî daxuyaniya ofîsa serokatiya parlamentoya Iraqê, Balyozê Îranê yê li Bexdayê jî di vê hevdîtinê de ragihandiye, Tehran berdewam dibe li ser piştevanîkirina û çalakkirina dosyeya aborî ya navbera herdu welatan û pêşxistina wê.
Îrec Mescidî herwiha bi fermî daxwaz ji Serokê Parlamentoya Iraqê kiriye, ku di rojên bihê de serdana Komara Îslamiya Îranê bike.
Herwiha îro Balyozê Îranê yê li Bexdayê serdana Serokkomarê Iraqê Fuad Masûm jî kiriye û di hevdîtina li gel wî de jî gotûbêj li ser pêwnediyên navbera Tehran-Bexda û hevkariyên navbera herdu welatan kiriye.
Li gorî daxuyaniya serokatiya komara Iraqê, Fuad Masûm û Îrec Mescidî di hevdîtinekê de li Koşka Selam a Bexdayê ji bilî pêwnediyên du alî û bihêzkirina hevkariyên navbera herdu welatan, derbarê guhertin û geşedanên siyasî yên li Iraq û navçeyê de jî gotûbêj kirine.
Fuad Masûm tekezî li ser pêwîstiya bihêzkirina û pêşxistina hevkariyên hevbeş di navbera Bexda û Tehranê de yên di hemû waran de kir, bi awayekê ku xizmeta berjewendiyên herdu gelên Iraq û Îranê bike.
Balyozê Îranê yê li Bexdayê jî piştevaniya welatê xwe bo seqamgîriya Iraqê û karkirina bo aktîvkirina alîkariyên navbera herdu welatan nîşan da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin