Serokkomarê Îranê ragihand ku wê desteka Îranê ya ji bo Hîzbûllahê dewam bike

08 July 2024 21:17 0 dîtin
Serokkomarê Îranê ragihand ku wê desteka Îranê ya ji bo Hîzbûllahê dewam bike

PeyamaKurd – Serokkomarê Îranê yê 9em Mesûd Pezişkiyan ji bo serokê Hîzbûllaha Lubnanê nameyekî şand û di namê de got ku dê Îran li hemberê Îsraîlê desteka xwe ya ji Hîzbûllahê re bide dewamkirin. Pezişkiyan got:

“Îran her wext li hemberê rejîma Îsraîlê ya Siyonîst destekê daye berxwedana gelên li hemberê Îsraîlê. Desteka berxwedanê siyaseta bingehîn ya Îranê ye.

Li ser vê bingehê, li ser bingeha qedr û qiymetên ku Îmam Humeynî li pey xwe hiştiye, di bin serpereştiya serokê me Ayetullah Hamaney de, em ê desteka xwe ji bo berxwedanê dewam bikin. Wê Îsraîl nikaribe di herêmê de êdî şiddet û kuştinan bike.

Bi xêra grûbên bexwedar yên li herêmê, wê rejîma Siyonîst nikaribe kuştina xelkê mezlûm yê Fîlîstînê û milletên din yên herêmê zêdetir bike.

Ji bo xelkê Lubnanê dilxweşiyê dixwazim û ji bo lehengên berxwedêr ji Xweda destekê dixwazim.”