Serokkomarê Karadaxê Djukanovic meclisa welatê xwe fesh kir
PeyamaKurd – Nivîsgeha serokkomariya Karadaxê ragihand ku serokkomarê Karadaxê Djukanovic meclisa Karadaxê fesh kiriye û biryarê ragihand. Biryarname wehaye:
“Meclisa dewra 27 em ya Karadaxê hatiye fesh kirin. Biryar ji aliyê serokkomar Djukanovic de hatiye dayîn û ji niha de ketiye rê. Biryara pêwendîdar wê di rojnama fermî de bê belavkirin.”
Li Karadaxê piştî meclis hat feshkirin dikare 100 roj di şûn de hilbijartina giştî bêkirin. Li Karadaxê dibe ku hilbijartin di dawiya meha gulanê an serê hezîranê de bibe.
Ji bo avakirina hukumetê, wexta ku dabûnê tije bûye û wezîfedarê hukumeta nûh Miodrag Lekic nikaribû desteka piraniyê bigre pişt xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin