Serokomarê Îranê: Hilbijartina min derfetek ji bo rûbirûna pirsên welat û herêmê çêkir
PeyamaKurd - Serokomarê nû yê Îranê Mesûd Pizişkîyan, îro 30yê Tîrmehê di merasîma sondxwarinê ya destbikarbûnê de ku serok û nûnerên gelek welatan beşdarî kir, gotarek pêşkeşkir. Pizişkiyan got, niha Îran kar dike pêwendiyên xwe bi welatan re li ser bingeha hîkmet û berjewendiyan ava bike.
Serokomarê nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan diyar kir, hilbijartina wî wek serokomarê nû yê Îranê dê erk û berpirsyariyên wî zêde bike û derfetekê peyda bike ji bo baştir têgihîştina pirsên welat û navçeyê daku rûbirûyî wan bibin.
Herwiha got Pizişkişan got: “Em ji bo rakirina cihêkariyê di nav civakê de dixebitin. Her kes xwedî rûmeta xwe ye.”
Serokomarê Îranê bal kişand ser ku li Îranê zemîneke nû ji bo zêdekirina têkilî û hevahengiya di navbera saziyên dewlet û hikûmetê de derketiye holê û erkên hevpar hildigirin ser xwe, bi taybetî ku hikûmet xwe xwediyê taybetmendiyên civakê dibîne.
Serokomarê nû yê Îranê da zanîn ku pêwîstiya Îranê bi derbaskirina rewşa aloz a niha heye û got: “Jin û ciwanên Îranî zincîrek bi hev ve girêdayî ne û derfetek din ji her kesî re peyda dikin ku beşdarî derbaskirina zehmetiyan bibin.”
Hêjayî gotinê ye, îro bi beşdariya zêdetirî 70 şandên biyanî û 600 rojnamevanên îranî û biyanî, merasîma sondxwarina Mesûd Pizîşkiyan birêve diçe ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bi fermî ji bo beşdarbûna wê merasîmê hatiye vexwendin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin