Serokomarê Îranê ragihand ku vîzeya navbera Iraq û Îranê radibe

12 September 2021 16:28
Serokomarê Îranê ragihand ku vîzeya navbera Iraq û Îranê radibe

PeyamaKurd - Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li civîna rojnamevanî ya bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re ragihand, ji niha û pê ve vîzeya geştiyariyê di navbera Iraq û Îranê de tê rakirin.

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî diyar kir, Serokwezîrê Iraqê razî ye ku vîzeya geştiyaran di navbera her du aliyan de nemîne û geştiyar bikarin bêyî vîze ji welatê xwe serdana welatê din bikin.  

Serokomarê Îranê got, Iraq îsal dê rê bide ku hejmareke zêdetir xelk ji Îranê serdana çileya Îmam Husên bikin.

Reîsî da zanîn: “Têkiliyên me yên kûr bi Iraqê re hene. Em li bendê ne ku têkiliyên di navbera Iraq û Iranê de xurtir bibin.”

Serokwezîrê Iraqê Kazimî jî di civînê de got, wan komek dosyayên dualî bi Serokomarê Iranê re gotûbêj kirin, di nav wan de dosyeya aborî, riya hesinî û zêdebûna danûstandina bazirganî heye.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, îro Yekşemê bi serokatiya şandeke mezin a hikûmeta Iraqê, serdana Tehranê kir û biryar e bi rayedarên îranî re li ser çend mijarên dualî hevdîtinan bike.