Serokomarê Iraqê, biryara Almanyayê ya ji bo Êzidiyan nirxand

20 January 2023 17:32 0 dîtin
Serokomarê Iraqê, biryara Almanyayê ya ji bo Êzidiyan nirxand

PeyamaKurd- Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek parve kir û kêfxweşiya xwe ya ji bo qebûlkirina pêşnûmeya ji aliyê Meclîsa Federal a Almanyayê ve nîşan da ku sûcên li dijî kurdên Êzidî wekî "jenosîd" tên naskirin.

Serokomarê Iraqê Reşîd got, "Em pêşwazî li biryara Parlamentoya Almanyayê ya ji bo naskirina jenosîda ku ji aliyê terorîstên IŞÎDê ve li dijî Êzîdiyan, zarokên gelê me hatiye kirin."

Reşîd daxwaz ji civaka navneteweyî jî kir ku tawankaran siza bike, çarenivîsa revandiyan eşkere bike û hewilan bide ku ew tawan dubare nebin û penaber vegerin malên xwe.