Serokomarê Tirkiyê sibê li bajarê Sochi bi Serokê Rûsyayê re dicive

04 August 2022 12:59 0 dîtin
Serokomarê Tirkiyê sibê li bajarê Sochi bi Serokê Rûsyayê re dicive

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, sibê li bajarê Sochi yê Rûsyayê, bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re dicive. Rojeva sereke jî, egera operasyona Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê ye.

Li gor zanyariyan, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan sibe serdana bajarê Sochi yê Rûsyayê dike û li wir bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Putin re dicive.

Hat zanîn ku rojeva sereke ya hevdîtinê, egera operasyona Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê ye.

Medyaya Tirkiyê da zanîn, Erdogan wê qala rêkeftina 2019an a di navbera Tirkiyeyê û Rûsya de bike ku berpirsên Tirkiyeyê didin xuyakirin, Amerîka û Rûsya pabendî rêkeftinên di vê derbarê de nebûne.