Serokomarê Tirkiyê û Serokomarê Îranê pêwendiyeke telefonî pêk anîn
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî pêwendiyeke telefonî pêk anîn.
Seroktiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyê ragihandiye ku di pêwendiya telefonî ya şevê din de, pêwendiyên dualî û mijarên herêmî hatine axaftin.
Herwiha hatiye diyarkirin ku di hevdîtinê de li ser dewamkirina xebatên bo girêdana peymanên hevkariya bazirganî hatiye axaftin û Erdogan li ser mijara aştî û îstiqrara li Qefqasan jî diyar kiriye ku ew dixwazin ligel Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev malevaniyê li civîna 3+3 ya derbarê wê herêmê de bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin