Serokomarê Îranê Rûhanî serdana Tirkiyê dike: Çend rêkeftin tên îmzekirin

18 December 2018 14:30 0 dîtin
Serokomarê Îranê Rûhanî serdana Tirkiyê dike: Çend rêkeftin tên îmzekirin

PeyamaKurd - Nivîsgeha çapemeniyê ya Serokomariya Îranê ragihand ku Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî sibe 19ê Kanûnê serdaneke du rojî bo Tirkiyê dike.

Hat ragihandin ku dê Rûhanî û şanda ligel wî ya pilebilindên siyasî û darayî serdana Enqerê bikin û bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re bicivin.

Li gor medya Tirk, dê Rûhanî û şanda Îranê beşdariya Konseya Pêwendiyên Stratejîk a 5emîn bibin ku her du welat dixwazin rêjeya danûstandina bazirganî bigihînin 30 milyar dolaran.

Herwiha tê çaverêkirin ku di vê serdanê de Îran û Tirkiye çend rêkeftinên aborî, kulturî û siyasî îmze bikin.

Amerîkayê 4ê Mijdarê dorpêçên aborî yên ser Îranê dabûn destpêkirin ku Îran niha di warên aboriya petrol û enerjiyê de tengav bûye.