Serokwezîr Barzanî bi fermandarê koalîsyonê re civiya
PeyamaKurd- Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi fermandarê koalîsyona li dijî DEAŞ ê re yê ji Iraq û Sûriyê berpirs bi Robert White û heyeta pêre, li ser tehdîdên DEAŞê axifî. Her dû alî li ser mijara Iraqê û pêşdeçûnên dawiyê yên li herêmê de axifîn. Di civînê de balyozê Amerîkayê yê Hewlêrê Steven Fagin jî amade bû.
Heyeta Amerîkayê ragihand ku ew bo pêşmerge rêz digrin ji ber li dijî DEAŞê şer kirine û bedelan dane. Heyeta Amerîkayê desteka xwe ya bo Kurdistanê dupat kir.
Di hevdîtinê de behsa talûka DEAŞê ya derketina ji nû de bo herêma Kurdistanê an li ciyên din hat kirin û hat ragihandin ku DEAŞ bo xelkê tehdîd e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin