Serokwezîr Barzanî bi Wezîrê Bazirganiya Tirkiyê û sanda pê re civiya

26 September 2021 16:46 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî bi Wezîrê Bazirganiya Tirkiyê û sanda pê re civiya

PeyamaKurd - Civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Bazirganiya Tirkiyê Mehmet Muş li Hewlêrê civiyan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 26ê Îlonê pêşwazî li Wezîrê Bazirganiya Tirkiyê Mehmet Muş û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê û pevguhartinên bazirganî hatin guftûgokirin.

Wezîrê Bazirganiya Tirkiyê Mehmet Muş û Balyozê Tirkiyê li Iraqê û şandeke bazirganên Tirkiyê bi riya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê gihîştin Hewlêrê û ji aliyê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve pêşwazî li wan hat kirin.

Şanda Tirkiyê beriya hevdîtina ligel Mesrûr Barzanî bi Serokê Herêma Kurdistanê re jî civiya.