Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Bazirganiya Tirkiyê re civiya

26 September 2021 12:39 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Bazirganiya Tirkiyê re civiya

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Îro Yekşemê pêşwazî li Wezîrê Bazirganiya Tirkiyê Mehmet Muş û şandeya pê re kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Serok Nêçîrvan Barzanî di civînê de dûpat kir ku derfetên sermayeguzarî û verberhênana Tirkî li Herêma Kurdistanê gelek li bar û berfirehin û rêya bazara mezina Iraqê ya ji bo bazirganiya Tirkiye bi Herêma Kurdistanê da derbas dibe, ji bo wê yekê stratejî û bîrkirina nû ya Tirkiye ya ji bo çawayiya berfirekirina warên bazirganî û çalakiyên aborî û veberhênanê li Herêma Kurdistan û Iraqê pêwîste ku li bazirganiyeke zêdetir, giraniyê bêxe ser veberhênanê.

Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Muş tekezî li ser xwesta pêşxistina bi peywendiyên bazirganî û aboriyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Tirkiye kir û hevra bûn ku pêwîste hemû giriftên li ber berfirehkirina warên bazirganî û aboriyên li navbera her du aliyan da, bêne çareser kirin.

Nêçîrvan Barzanî peywendiya aborî û bazirganiyên Herêma Kurdistanê li gel Tirkiye bi girîng û stratejî û yasaya veberhênana li Herêma Kurdistanê bi yasayeke dostane da zanîn ku hana sermayeguzariya biyanî dide, herwiha amadehiya Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşkêşkirina hemû hêsankariyeke pêwîst ya ji bo sermayeguzarî û bazirganiya Tirkiye li gel Herêma Kurdistan û Iraqê nîşan da.

Wezîrê Bazirganiya Tirkiye xwesta welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyên bazirganî û berfirehkirina çalakiyên aboriyên li Herêma Kurdistanê dûpat kir û balkişand li ser çend mînakeke serkeftiya veberhênan û sermayeguzariya Tirkî li welatên navçeyê kir ku bi heman awayî li Herêma Kurdistanê bê dûbare kirin, ji wê jî ber bi hemû navçeyên dinê Iraqê bê berfireh kirin.

Di civîna ku hejmarek ji Wezîr û aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê û Balyozê Tirkiye û şandeke Tirkî amade bûn de, bandorên pejika Korona ya li ser bazirganî û çalakiyên aborî, rêjeya bazirganî û hawirdekirina Tirkiye li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, sîstema bankdarî û şandin û veguhestina pereyan, dadgeha bazirganî, geştiyarî û çend pirseke din hate guftûgo kirin.