Serokwezîr Barzanî bi Wezîrê Berevaniya Îtalyayê re hevdîtin kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 18ê Sibata 2022yan li bajarê Munîh ê Almanyayê bi Wezîrê Berevanîyê yê Îtalyayê Lorenzo Guerini re hevdîtinek pêk anî.
Hat ragihandin ku di civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Lorenzo Guerini li ser rewşa giştî ya Iraqê û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê axivîn.
Di civînê de ji bo rûbirûbûna terorê û seqamgîriya aştî û asayîşê li herêmê tekezî li ser girîngiya hemahengiya navbera herdu aliyan hat kirin .

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin