Serokwezîr Barzanî bi Wezîrê Berpirs ê Berevaniya Brîtanyayê re civiya

20 April 2022 16:51 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî bi Wezîrê Berpirs ê Berevaniya Brîtanyayê re civiya

PeyamaKurd-Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya serdana Brîtanyayê de bi Wezîrê Berpirs ê Berevaniya Brîtanyayê re civiya. Hat zanîn ku li ser gefên terorî guftûgo hatiye kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî semînera Chatham House, ligel Wezîrê Berpirs ê Berevaniya Brîtanyayê James Heappey civînek li dar xist. Hat ragihandin ku di civînê de  rewş û pêşhateyên deverê û metirsiya gefên terorî hatine nirxandin. Hat ragihandin ku li ser gefa tevgerên terorîstên DAIŞê jî guftûgo hatiye kirin.