Serokwezîr Barzanî biryarnameya li ser Teqteqê îmze kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ew biryarname îmze kir ku mebest jê Teqteq bibe xwedî statuya navçebûnê.
Di biryarê de hat diyarkirin ku li gorî biryarnameya Herêmî ya bi hejmara 335ê, Teqteqa bi ser Hewlêrê ve, dê sînorên xwe yên heyî biparêze û bibe xwedî statûya navçebûnê.
Hat diyarkirin ku biryara berbehs dê ji îro (14.10.2024) ve bikeve meriyetê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di daxuyaniya xwe de ya 25.09.2024an, dema ku li Koyê, li dibistana Necîbe Celîzadeyê li zengilê ewil ê xwendina sala 2024-2925an dabû, biryara dayîna statuya navçebûnê ya Teqteqê ragihandibû.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryara xwe wiha rave kiribû û gotibû: “Me biryar da ku statuya navçebûnê bidin Teqteqê ku yek ji kevintirîn bajarokên Kurdistanê ye ku pê re ev biryar dê alîkar be ji xelkê herêmê re û barê îdarî yê bajarê Koyê jî dê kêm bibe. Her weha ev yek dê taybetmendiyên zêdetir bide Teqteqê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin