Serokwezîr Barzanî, biryarnameya avakirina zanîngehên nû destnîsan kir

26 June 2023 14:00 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, biryarnameya avakirina zanîngehên nû destnîsan kir

PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi destnîşankirina biryara hejmara 2546 ku di 19ê Hezîranê de ji aliyê Encûmena Wezîran ve hatibû dayîn, avakirina 2 zanîngehên nû li Herêma Kurdistanê pesend kir.

Di agahiyên ku hatin raihandin de hat diyarkirin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir, biryar hatiye dayîn ku du zanîngehên nû yên zanîngeha Akrê ya Zanistên Kîpkirî li navçeya Akrê ya Duhokê û Zanîngeha Polîteknîkî ya Germiyan li Kelar ku navenda rêveberiya Germiyan li Silêmaniyê ye, werin vekirin.

Her wiha hat diyarkirin ku di biryarê de hat gotin ku "Em fermanê didin Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ku li gorî hemû pêwîstiyên zanistî û yasayî yên di yasa û rêziknameyê de bi hemahengî ligel zanîngehên pêwendîdar, hemû pêwîstiyên her yek ji van zanîngehan peyda bike."

Navenda Rêveberiya Germiyan ji sala 1992yan ve li Kelarê ye, peymangeheke teknîkî ya ser bi Zanîngeha Polîteknîk a Silêmaniyê ve ye ku navê wê bû Koleja Teknîkî.

Fakulteya perwerdeyê ya girêdayî Zanîngeha Duhokê û peymangeheke teknîkî ya girêdayî Zanîngeha Polîteknîk a Duhokê li Akrê heye.