Serokwezîr Barzanî, ligel Serokwezîrê Hollandê civiya
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya Lûtkeya Davosê de bi Serokwezîrê Hollandê Mark Rutte re civiya.
Hat diyarkirin ku di hevdîtina Serokwezîr Barzanî û Mark Rutte de Serokwezîr Barzanî ji bo piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo pir-rengkirina aborî û alîkariya bipêşxistina sektora çandiniyê spasiya Hollandê kiriye.
Li gorî hat ragihandin, Rutte da xuyakirin ku welatê wî amade ye di warên cuda de bi taybetî di warê çandiniyê de ji bo bipêşxistina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê beşdariyê bike.
Hat zanîn ku di hevdîtinê de qala çareseriya destûrî ya pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê jî hat kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin