Serokwezîr Barzanî: Pêdiviya me bêhtir bi desteka Amerîka û hevkarên wê heye
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di televizyona NBC Newsê de ku navenda wê Amerîkaye axifî û daxwuyaniyên girîng da. Barzanî di bernama NBC Newsê de got ku bêhtir pêdiviya Kurdistanê bi Amerîka û hevkarên wê heye. Barzanî weha got:
“Zahmetiyên ku em dibînin ji ber cudane, em bawerim bêhtir pêdiviya me bi desteka leşkerî, aborî û siyasî heye. Kî li pişt perdê bi tevegrên terorê ne, ne girînge. Em bi terorê re têdikoşin. Zahmetiyên em dibînin, ji ber ji tehdîdên DEAŞê cudane, pêdiviya me bêhtir bi desteka leşkerî, aborî û siyasî heye.”
Serokwezîr Barzanî got ku desteka zêdetir ji Amerîkayê dixwazin û weha dewam kir:
“Hevkarên me yên Amerîka ji me re dibêjin ku ew Kurdistanekî xwurt dixwazin. Ji bo wê jî pêwiste em ji aliyê leşkerîi aborî û siyasî de xwurt bin. Bi vî rengî em ê karibin xwe li hemberê tehdîdan biparêzin.”
Mesrûr Barzanî êrîşa fuzeyî ya artêşa Îranê ku bir ser Erbîlê, bibîr xist û got:
“Pêdiviya me bêhtir bi alîkariya Amerîkayê heye, ne ku bi leşkerên zêde heye. Na, ji bo Pêşmergên me ne tenê me û xelkê me biparêze lê ji bo bigihê asta ku karibe herkesî biparêze, pêdiviya me bêhtir bi desteka leşkerî heye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin