Serokwezîr Barzanî: Em bo her cûre desteka Rojava amade ne
PeyamaKurd- Îro encumena wezîran ya Kurdistanê li Hewlêrê di bin serokatiya Mesrûr Barzanî de civiya û di encama civînê de bi awayeka nivîkî hat ragihandin ku serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihandiye ku ew bi her awayî amade ne alîkariya koçberên sîvîl yên Kurdên Rojavayê Kurdistanê bikin.
Di ragihandinê de hatiye gotin ku heya niha ji Rojava 8 hezar kes hatine herêma Kurdistanê û ji qewimandinên wê derê bi endîşe ne. Di beyanê de behsa xwepêşandanên li Iraqê hat kirin û hat gotin ku bo mafan xwepêşandan rewane lê divê zerarê nedin mal û canê xelkê û dewletê.
Di beyanê de hat gotin ku îstîqrar û aramî bo Iraq û herêma Kurdistanê gelek başe û divê arîşeyên her dû aliyan di çarçoveya makezagona Iraqê de bên çareserkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin