Serokwezîr Barzanî pêswazî li balyozê Kanadayê kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşemê li paytext Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Kanadayê yê Iraqê Ulric Shannon kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de, ji ber destbikarbûna wî pîrozbahî li Balyoz Shannon kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de jê re xwest.
Balyozê Kanadayê jî amadehiya welatê xwe ji bo hevkarîkirina Herêma Kurdistanê û Iraqê anî ziman û bi taybet jî sûdwergirtina ji ezmûna federaliya Kanadayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin