Serokwezîr Barzanî û Erdogan li Koska Serokomariya Tirkiyê civiyan

28 November 2019 20:41 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî û Erdogan li Koska Serokomariya Tirkiyê civiyan

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan, li Koşka Serokomariya Tirkiyê li demjimêr 17:00an dest bi civînê kirin.

Hat ragihandin ku di hevdîtina Barzanî û Erdogan de ku Mevlut Çavuşoglu jî beşdarî kiriye, mijarên ewlekarî, îstiqrara herêmê, bazirganî û aboriyê hatine axaftin.

Hat zanîn ku Barzanî gotiye, herêma Kurdistanê hokara aramiyê ye li herêmê û di civînê li ser xurtkirina pêwendiyên dualî hatiye rawestin.

Serokwezîr Barzanî li ser vexwendina Tirkiyê bi serdaneke fermî îro derbasî Tirkiyê bû û pêşî bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re hevdîtinek pêk anî.

Piştî danûstandinên bi rayedarên Tirkiyê re Mesrur Barzanî êvarî jî bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re kete civînê.

Serokwezîr Barzanî li Koşka Serokomariyê ya li Enqerê ji aliyê Erdogan ve hat pêşwazîkirin.

Mesrur Barzanî: Hevdîtin erênî ne, înşelah encamên xêrê bidin