Serokwezîr Barzanî û Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê li ser veberhênanê axivîn
PeyamaKurd – Li ser veberhênana zêdetir a Amerîkayê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya telefonê bi Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê re axivî û gotûbêj kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Enerjî yê Amerîkayê Dan Brouillette bi rêya pêwendiyeke telefonî, do li ser pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê gotûbêj kirin. Bi taybetî di warê enerjî û hêsankariyên li Herêma Kurdistanê yên di warê veberhênanê de.
Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi bernameya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, li ser teşwîqa veberhênan û pêkanîna derfetên kar ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê.
Herî dawî, Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya Wezîrê Enerjiyê kir û daxwaza veberhênana zêdetir a Amerîkayê li Herêmê kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin