Serokwezîr Barzanî û Wezîrê Rojhilata Navîn ê Brîntanyayê bi telefonê axivîn

09 January 2020 11:48
Serokwezîr Barzanî û Wezîrê Rojhilata Navîn ê Brîntanyayê bi telefonê axivîn

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û wezîrê karûbarên Rojhilata Navîn û Afrîqaya Bakûr yê Brîtanyayê, Andrew Murrison bi rêya telefonê behsa aloziyên navbera Îran û Amerîkayê û rewşa Iraqê kirin.

Duh bi şev wezîrê karûbarên Rojhilata Navîn û Afrîqa Bakûr yê Brîtanya, Andrew Murrison bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re peywendiyeke telefonî encam da.

'Murrison ji ber hewlên wî yên aramkirina aloziyan spasiya Barzanî kir'

Di wê peywendiya telefonî de Murrison ji ber hewlên wî yên aramkirina aloziyên ku di navbera Îran û Amerîka û Iraqê de spasiya serokê hikûmeta Kurdistanê kir. Wî wezîrê Brîtanî pabendbûna welatê xwe bi aramî û serweriya Iraqê jî nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî ji wezîrê Brîtanî re got ku hikûmeta Kurdistanê li ser hewlên xwe yên bo aramkirina rewşê berdewam e û teqezî li ser girîngiya berdewambûna alîkarî û piştevaniya hevpeymaniya navdewletî bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir di şerê DAIŞê de.

Mesrûr Barzanî anî ziman ku aramî û pêşketina Herêma Kurdistanê bi sûda Iraq û civaka navdewletî ye û teqezî li ser parastina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê kir û hêviya xwe anî ziman ku hikûmeta federal ya Iraqê hurmeta mafên Destûrî yên Kurdistanê bigire.