Serokwezîr bi dostê Kurd ê Kongreya DYA Bacon re civiya
PeyamaKurd - Serokwezîr Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya bernameya xwe ya Washingtonê de bi Senatorê Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Don Baconê dostê Kurd re civiya.
Don Bacon, bi armanca piştgirîdayîna Kurdan, par ji Kongreyê re pêşniyaz kiribû ku DYA sîstema parastina asmanî bide hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û ev pêşniyaz hatibû pejirandin û di budceya parastinê ya 2024an a DYAyê de cih girt.
Di hevdîtin Don Baconê ku di heman demê de Hevserokê Koma Piştgiriya Kurd a Kongreyê ye jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Em rola Koma Piştgiriya Kurd a Kongreyê bilind dinirxînin çimku parastina berjewendiyên Herêma Kurdistanê pir gring e.”
Di hevdîtinê de Don Bacon jî anî ziman ku ew ê herdem dengê Kurdistanê yê li Amerîka bin û bi hemû hêza xwe hewlên xwe yên ji bo parastina aramiya Herêma Kurdistanê bidin.”
Don Bacon di Encûmena Nûneran a Amerîkayê de ji Partiya Komarî ye û wek dostê Kurdan tê naskirin.
Di 21ê Pûşpera 2023an de, Komîteya Hêzên Çekdar a Encûmena Nûneran pêşniyara Don Bacon ya ji bo dabînkirina sîstema berevaniya asamanî ya ji hêzên Pêşmerge re pejirandibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin