Serokwezîr: Bi saya projeya Hejmara Min hesabên bankên taybet ên Kurdistanê du qatan zêde bûne

16 November 2023 12:04 0 dîtin
Serokwezîr: Bi saya projeya Hejmara Min hesabên bankên taybet ên Kurdistanê du qatan zêde bûne

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser tora civakî Xê nivîsî û diyar kir: “Di du mehên borî de, bi saya projeya Hejmara Min, hesabên bankên taybet ên Kurdistanê du qatan zêde bûne.

Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê îro daxuyaniyek belav kir û da zanîn, ji destpêka meha Îlonê ve 150 hezar karmend û mûçexurên Herêma Kurdistanê di projeya Hejmara Min de hatine tomarkirin.

Hikûmetê eşkere kir, “Armanca me ew e ku heta dawiya sala 2025an, milyonek karmend mûçexur di bankên taybet de bên tomarkirin.”

“Hejmara Min” pirojeyek e ku fermanberên kertê giştî, xanenişînan û hêzên ewlehiyê dikarin bi rengekê parastî û şefaf, bi rêya torekê bi amûrê eliktironî yê vekêşana diravî “ATM”ê, meaşên xwe werbigirin ku zêdetirî hezar bingehan li tevaya Herêma Kurdistanê wê bên danan.

Hejmara Min pêşengiya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo pêşvebirina kertê bankî û dîjîtalkirina peredanê ji bo zêdetirî yek milyon fermanber, karmendên hêzên ewlehiyê û xanenişînên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku ev jî piştbestina bi karûbarên kaş kêm dike, aktîviya hikûmetê û şefafiyetê jî zêdetir dike.

Bi rêya pêşengiya “Hejmara Min”, fermanberên kertê giştî, hêzên ewlehiyê û xanenişînan dikarin bi rengekî parastî û şefaf û guncayî bi rêya torekê ji amûrê vekêşana pereyî (ATM) meaşên xwe werbigirin, ku zêdetirî hezar bingehan wê li tevaya Herêma Kurdistanê bên danan.

Herwiha ev proje hêsankariyan dike ku tevaya pişkdarên wê bikarin xizmetkariyên bankî yên pêşkeftî bi dest bixin, wekî qerzan, paşkeftkirinê û peredana dîjîtal.