Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo sersaxiya serokê Îmratan çû Abû Dabiyê

14 May 2022 21:53 0 dîtin
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo sersaxiya serokê Îmratan çû Abû Dabiyê

PeyamaKurd – Serowezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo taziya serokê Îmaratan ya Şêx Xelîfe bin Zayid Al Nahyan îro ber destê êvarê çû payîtexta Îmaratê Abû Dabiyê. Barzanî li aliyê dinê, serokê nû yê Îmaratan welîahd Muhammed bin Zayid jî pîroz kir.

Mesrûr Barzanî ber destê êvarê bi serokê nû yê Îmaratan bi Bin Zayid re hevdîtin kir. Barzanî ji serokê Îmaratan re ragihand ku xelkê Kurdistanê êşa wan parve dike, hevbeşê xema wane û ji bo hilbijartina wî ya ji bo serokatiya nû jî Al Zayid pîroz kir.