Serokwezîr wê Pêsangeha Navdewletî ya Avakirina Iraqê veke
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wê li Hewlêra paytext pêşangeha navdewletî ya avadaniyê ya Iraqê veke.
Îro sêşemî 24.09.2024, vekirina pêşangeha navdewletî ya avadankirina Iraqê ku li Hewlêrê tê lidarxistin, ji aliyê Serokwezîr Barzanî ve tê lidarxistin.
Bi dehan fîrmayên avahîsaziyê yên xwecihî û biyanî dê beşdarî fûarê bibin û berhemên xwe yên nû pêşan bidin.
Fuara ku dê ji aliyê Mesrûr Barzanî ve were vekirin, bi armanca danasîna warê avahîsaziyê û bilindkirina kalîteya malzemeyên mîmarî tê lidarxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin