Serokwezîr Barzanî, li Pêsangeha Navdewletî ya Binesazî û Avedankirinê ya Hewlêrê axivî

23 May 2023 16:30 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, li Pêsangeha Navdewletî ya Binesazî û Avedankirinê ya Hewlêrê axivî

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di Pêşangeha Navdewletî ya Binesazî û Avedankirinê ya Hewlêrê de beşdarî panelekê bû û di derbarê cîbcîkirina projeyan de axivî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ku îro 13emîn Pêşangeha Binesazî û Avedankirinê ya li Hewlêrê vekir, di çarçoveya pêşangehê de beşdarî panelekê bû û di wê panelê de eşkere kir ku bernameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bernameyeke xizmetguzarî ye.

Serokwezîr diyar kir ku di avakirinê de çend prensîp hene ku divê mirov li ber çavan bigire ku di nav de nirxên yekîneyên niştecihbûnê û pêwîstiyên xelkê ku divê bi rengekî ku mirov bikaribe jê sûd werbigire.

Serokê Hikûmetê diyar kir ku wan ji wezaret û pisporên xwe xwestiye ku standardên navdewletî yên ku rê pê hatine dayîn, bi cih bînin û got: “Li ofîsa min jî hin kes hene ku çavdêriya kalîteya avahiyan dikin.”

Serokwezîr Barzanî da zanîn ku di nav prensîbên ku divê di warê avakirinê de li ber çavan bê girtin, sîmaya bajêr e û ragihand ku her avahiyeke li Kurdistanê were çêkirin, divê ligel sîmaya bajaran bê guncandin û got, “Em dixwazin Kurdistan bibe cihekî xweş. Prensîbeke din jî ew e ku qalîteyê ye û divê nirxê kêm nebe hesabê nebaşiyê. Divê qalîteya avakirinê li ber çavan bê girtin û di astekê de be ku mirov pê bawer bin û şiyana parastinê hebe.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir ku divê qada şînahiyê jî li ber çavan bê girtin da ku ne tenê bajarekî betonî be, di avahiyan de xizmetguzariyên taybet ji bo kêmendaman hebin.

Serokwezîr Barzanî bi berdewamî eşkere kir ku divê ew keresteyên ku di avahiyan de tên bikaranîn, bi kalîte bin, heger kesên bixwaze di van tiştan de xapandinê bike, dê di derbarê wan de tedbîrên qanûnî bên girtin. Dema welatiyek bixwaze yekîneyeke niştecihbûnê di avahiyekê de bikire, divê li ber çavan bê girtin ku ew yekîneya wî ya niştecihbûnê ewle be.”

Her wiha Serokwezîr ragihand ku bernameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo avakirina 20 hezar xaniyan ji bo kirêgirtiyan û malbatên kêmderamet heye û axaftina xwe bi vî awayî berdewam kir:

“Beşeke din jî avakirina xaniyan ji bo malbatên serbilind ên şehîdan e ku em ê li hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê bê pere ji wan re dabîn bikin.”