Mesrûr Barzanî pêsangeha navdewletî ya otomobîlan vedike

20 February 2025 10:59 0 dîtin
Mesrûr Barzanî pêsangeha navdewletî ya otomobîlan vedike

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wê li Hewlêrê Pêşangeha Navdewletî ya Otomobîlan ku bi sedan kompani tê de beşdar bibin, veke.

Îro Pênşemê 20.02.2025 (Îro) li bajarê Hewlêrê, Serokwezîr Barzanî pêşangeha navdewletî ya otomobîlan vedike.

Fûara ku wê 4 rojan berdewam bike saet di navbera 23:00-19:00an de wê mêvanan pêşwazî bike.

12 fîrmayên mezin bi 19 markayên cuda, 160 fîrmayên bedewî û perçeyên yedekê ku 40 ji wan herêmî û 120 jê biyanî ne, wê beşdarî fûarê bibin.